Cemîl Bayik: Dibe darbe çêbibe

10 February 2019 18:56 0 dîtin
Cemîl Bayik: Dibe darbe çêbibe

PeyamaKurd- Damezrênerê PKK ê Cemîl Bayık li ser mijara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê got ku mirov nikare bêje; Amerîka ji Rojhilata Navîn vekişiya ye lê di siyaseta Amerîkayê de guherîn çêdibin û hem ji koalîsyona li dijî DEAŞê vekişiya ye. Bayık di kovara Lower Class ê de hevpeyvînekî çêkir û got; Kurd li Sûriyê, li Iraqê, li herêma Kurdistanê, li rojava girîngiyê danê koalîsyonê û weha got:

“Kurd têkoşîneka weha giran dan ser milên xwe. Li derveyê Kurdistanê li sehayên Ereban bo ji faşîzma DEAŞê xelas bikin, ewladên xwe seferber kirin.”

Bayık got ku Tirkiye, têkiliyên xwe yên bi Rûsya û Îranê re weka şantaj bikartîne û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê hinek jî sedema wê Tirkiye ye. Ev pêvajo ji sala 2015an de destpêdike. Dewletên Awrûpayê bi taybetî Fransa, Almanya û Brîtanya li dijî biryara Trump derketin, di nava Amerîka de bertek hatin nîşandan; ji Pentagonê, wezareta karên derve, ji senatoyê û hetta îstîfa hatin kirin. Ev tev bûn sedem ku beyanên nû hatin dayîn. Weka ew ê “hêdî vekişin” û tevgerên xapînok dike, jê re îstîqrar tine ye. Her roj diguhire. Cemîl Bayık weha dewam dike:

“Amerîka zora xwe ya daye ser Îranê dê zêde bike. Lê dê nebe weka welatên Misrê, Sûriyê an yên din. Şertên Îranê cuda ne. Bêhtir ambargoyên aborî datîne ser Îranê. Wisa xuya dike wê xebatên îstîxbarî derên holê. Dibe ku darbe jî bêkirin an were rojevê. Dixwaze li hemberê Îranê têkoşînê derbixe pêş. Dixwaze herkes tevlî tewrê wî yê li dijî Îranê bibe.”

Bayık got; ev bo mafê Kurda nîne û dixwaze di ser Tirkiyê de vêya bike û pişta xwe bide Tirkiyê.