Îmad Cemîl: Dibe ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di Cotmehê de pêk bên
PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku dibe ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di Cotmehê de bêne kirin
Serokê beşa ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Îmad Cemîl got ku komîsyonê piraniya pêvajoya hilbijartinan temam kiriye û got: "Dibe ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di meha Cotmehê de bên kirin."
Kotaya pêkhateyan
Îmad Cemîl bi bîr xist ku ji bo pêkhateyên Herêma Kurdistanê 5 kursî wek kota hatine veqetandin û got: “Piştî paşve vegerandina 5 kursiyan, wê di kursiyên parêzgehan de guherînên dawî bêne kirin, lê dibe ku di kursiyên parêzgeha Helebceyê de guherîn çênebin."
Îmad Cemîl amaje bi wê yekê jî kir ku dibe di lîste û hejmara namzedên ku beşdarî hilbijartinan dibin de hin pirsgirêk derkebin pêş û got ku ew ji bo wan pirsgirêkan çareser bikin dixebitin.
Parlamena Iraqê di rûniştina xwe ya duh de dema erkdariya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ku wê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê pêk bîne, 6 meh dirêj kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin