Cenazeyên 12 koçberên din ên di qezaya kestiyê de wenda bûbûn hatin dîtin
PeyamaKurd – Rayedarên ewlekariya peravê ya Îtalyayê ragihandin ku cenazeyên 12 koçberên din ên ku di qezaya keştiyê ya li peravên Kalabriyayê de wenda bûne hatin dîtin.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îtalyayê de cih girtine, nobedarên peravê yên Îtalyayê cesedê 12 koçberên din ên ku di qezaya keştiyê de li peravên Kalabria li başûrê welêt winda bûne dîtine.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANSAyê, di encama binavbûna keştiya ku 9 roj berê ji Tirkiyeyê derketibû de 26 jê zarok nêzî 60 kes wenda ne.
Herî dawî, şanda Herêma Kurdistanê li gor rênimayên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Îtalyayê civiya û serdana wan kesên ku li nexweşxaneyê de tên dermankirin kir û bi Wezareta Navxwe ya Îtalya re jî hemahengî ji bo dîtina termên wan kesên di qezayê de wenda bûne kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê de, roja 18ê Hezîranê, bi dilgiraniya me agahiya ku vê dawiyê li beravên Îtalyayê keştiyeke koçberan binav bû. Di keştiyê de gelek welatiyên Herêma Kurdistanê hebûn, beşek ji wan hatin rizgarkirin, lê çarenivîsa yên din nediyar e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin