Cenazeyê Kurdekî Efrînê yê ji ber îskenceya çekdaran can dabû bi fîdyê dan malbatê
PeyamaKurd – Kesê bi navê Mihemed Hisên Misto ku ji gundê Beyê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û demek berê ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibû revandin, bi îşkenceya çekdaran can da.
Li gorî zanyariyan Misto ji aliyê çekdarên koma Feyleq El-Şam ve hatibû revandin û çekdaran ew biribû zindana gundê Îska yê Şêrawa û piştî 10 rojan jî bi dayîna hezar dolar û 5 teneke zeyt hatibû berdan.
Lê belê Misto 15ê Nîsanê careke din hat revandin ku li gorî zanyariyan li girtîgeha gundê Îska 3 rojan rastî îşkenceya dijwar a çekdaran hatiye.
Ji ber giranbûna rewşa wî ew rakirine nexweşxaneya bajarê Efrînê, lê 4ê Hezîranê ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe dest da.
Herwiha hat zanîn ku malbata Mihemed Hisên Misto ji bo cenazeyê xwe bistînin jî milyonek lîreyên Sûriyê û 5 teneke zeyt fîdye dane çekdaran heta ku cenazeyê xwe wergirtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin