Kurdekî Efrînê bi îskenceya çekdaran can da

25 April 2021 17:06 0 dîtin
Kurdekî Efrînê bi îskenceya çekdaran can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 24ê Nîsanê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, welatiyeke Kurd ê Efrînê ji ber îşkenceya çekdaran jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye ku li gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrewa welatiyê bi navê Yehya Hemguro piştî ku diya wî roja 9ê Nîsanê miribû, merivekî xwe di xaniyê diya xwe de bi cih kir û xanî neda çekdaran, çekdarên Ehrar El-Şamê roja 18ê Nîsanê ew revandin û 3işkence kirin û piştre berdan, lê ji ber lêdan û îşkencedanê jî dohî 24ê Nîsanê wefat kir.

Beriya niha 6ê Adara borî jî li gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco kalemêrê 73 salî Şêxmûs Qasim piştî ku ji aliyê grûpa Feyleq El-Şam ve hatibû, di girtîgehê de di bin eşkenceyên hovane hatibû kuştin.

Hêjayî gotinê ye, ji 18ê Adara 2018an ve ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin heta bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan çêbûne ku herî kêm 45 kes jî bi îşkenceyên çekdaran hatine kuştin.