Kurdekî Efrînî bi îskenceya çekdaran hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve li Efrînê kurdekî din bi îşkenceyê kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye, welatiyê bi navê Luqman Yûsif ku karmendê Encûmena Xwecihî yê Cindirêsê ye û karê ajokariyê dike, ji roja 3.9.2020an ve ligel hejmarek ji karmendên wê Encûmenê ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin.
Rêxistinê daye zanîn, Luqman Yûsif di bin îşkencedana hovane ya çekdaran de hatiye kuştin û çekdaran îro danê sibehê termê Luqman Yûsif radestî malbata wî kirine û li goristana gundê Yelanqozê hatiye veşartin.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku koma çekdar a Polîsê Leşkerî raporteke bijîşkî derbarê mirina wî de derxistiye û îdîa kirine ku ji ber sekta dil jiyana xwe ji dest daye.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji 18ê Adara 2018an heta niha, ji bilî dizî, talan, revandin û wergirtina fîdyeyê bo kesên revandî herî kêm 40 kes jî bi îşkence û awayên din ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin