Ciwanekî Efrînî ji ber îskenceya 3 salan a çekdaran dîn bû
PeyamaKurd – Kiryarên dermirovî û binpêkirinên mafên mirovan li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin berdewam dikin. Herî dawî ciwanekî Efrînî ji ber îşkenceya çekdaran aqilê xwe ji dest da.
Li gorî ragihandina malpera Afrin Postê, ciwanê bi navê Kawa Umer ê ji gundê Darkiryê ku sê sal çêbûn di girtîgeha El-Zîraia ya Babê de ye, ji ber îşkenceya giran aqilê xwe ji dest da.
Afrîn Postê diyar kiriye ku çekdaran herwiha dest daniye ser mala welatiyê bi navê Gîvara Mihemed ê ji gundê Turindê û xaniyê wî bi 1500 dolaran firotine hin kesên din.
Dîsa hatiye ragihandin ku ji bo saziyên alîkarîyên û mirovî bixapînin jî malbatên çekdaran ên malên Efrîniyan desteser kirine, li derdora Gulîstana Eşrefiyê jî ji xwe re kon vedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin