SOHR: Ciwanekî Sûrî di bin îskenceya cendermeyên Tirk de can da
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ciwanekî ji bajarokê Mearet Numan ê başûrê Idlibê, dema dixwest ji bajarokê Harim ê bakurê Idlibê derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatiye girtin û di bin îşkenceya giran da can daye.
SOHRê bi zarê çavkaniyên xwe yên xwecihî ragihandiye ku roja 20ê Kanûna 2021ê, dema ciwanekî Sûrî yê xelkê bajarokê Mearet Numan ê başûrê Idlibê xwestiye ji bajarokê Harim ê bakurê Idlibê derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendermeyên Tirkiyê ve hatiye girtin û wî kes di bin îşkenceya tund de can daye.
Li gorî amarên SOHRê ji destpêka krîza Sûriyê heta niha li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê 496 sivîlên Sûrî bi destê cendermeyên Tirkiyê hatine kuştin, ji wan 90 zarokên di bin 8 salan re bûn û 45 jinên di ser 18 salan re bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin