Çend karwanên din ên derziya Koronayê dê bigîhin Kurdistanê

17 April 2021 14:59 0 dîtin
Çend karwanên din ên derziya Koronayê dê bigîhin Kurdistanê

PeyamaKurd – Di demeke nêz de çend karwanên din ên du cûre derziya Koronayê dê bigîhin Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê diyar kir: “Di vê hefteyê de karwaneke din a derziya Sinopharm digihe Herêma Kurdistanê, herwiha hefteya bê karwaneke din a derziya Pfizer dê bigihe ku hezar û 170 derzî ne.”

Dr. Dilovan Mihemed destnîşan kir: “Hatina derziya Pfizer bo Herêma Kurdistanê bi dema heşt hefteyan dibe, Navenda Rizgarî ya li Hewlêrê, di nava van heşt hefteyan de şeş car dê werbigre, niha karwanek wergirtiye û hemû derzî hatine bikaranîn.”

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê da zanîn: “Ji karwana bê ya derziyê, beşek dê ji navçeyên Koye û Soranê werin dayîn.”

Herwiha eşkere kir: “Bi giştî li sînorê parêzgeha Hewlêrê, 19 hezar û 500 derzî li ber dest bûn, nêzîkî 15 hezar derzî hatine bikaranîn û prose berdewam e.”

Dr. Dilovan Mihemed diyar kir: “Derziya Pfizer daxwazeke zêde li ser bû û di heman demê de jî hejmara wê kêmtir bû, loma niha li Hewlêrê nemaye, tenê hinek li Soranê maye.”