Cendermeyên Tirk sivanekî Kurd bi giranî birîndar kirin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku welatiyekî Kurd bi guleya cendermeyên Tirkiye li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye birîndar kirin.
SOHRê eşkere kir, cendermeyên Tirkiyê doh 29ê Kanûnê roja Çarşemê gule li şivanekî gundê Banokiya yê ser bi Girkê Legê ve reşandin û di encamê de ew birîndar bû.
Herwiha hat diyarkirin, ew kesê ku bi giranî birîndar bû, ji bo nexweşxaneya bajarê Dêrikê hatiye veguhestin û rewşa wî nebaş e.
Li gor SOHRê, tenê di sala 2021ê de 35 kes dema dixwestin sînorê Tirkiyê derbas bikin bi guleyên cendermeyên Tirk hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin