CHP: Em ê Demirtas û Kavala serbest berdin!

16 March 2023 14:30 0 dîtin
CHP: Em ê Demirtas û Kavala serbest berdin!

PeyamaKurd- Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, ji POLITICO Europeyê re axivî û li ser pêvajoya ku ew bibin desthilatdar, plansaziyên xwe ragihandin. Şêwirmendê Serokê CHPê got ku ew ê Demirtaş û Kavala jî serbest berdin.

Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu Unal Çevîkoz, di axaftina xwe ya bi POLITICO Europeyê de hin hûrgiliyên ku wekî mijarên sereke yên Tirkiyeyê ne û di nav civaka navdewletî de jî tên şopandin, dan.

Çevîkoz got , "Em ê di siyaseta navxweyî de pêvajoya asayîbûnê bidin destpêkirin. Ev wê peyamê bide hemû hevalbendên me û hemû welatên Ewropayê ku Tirkiye vegeriyaye ser rêya demokrasiyê û bê guman dê di warê demokrasiyê de û di têgihiştina helwesta Tirkiyeyê de dê guhertineke gelek cidî çêbike."

Demirtaş û Kavala dê serbest bên berdan

Şêwirmend Çevîkoz, di derbarê girtîbûna Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demirtaş û Akademîsyen û Karsaz Osman Kavala de jî nirxandinek kir û got,

“Di warê mafên mirovan de dê gav bên havêtin û Selahadîn Demirtaş û Osman Kavala dê di vê çarçoveyê de serbest bên berdan.

Çevîkoz bal kişand ser rageşiya bi Yunanîstanê re ku di demên dawî de zêde bûne. Çevîkoz da zanîn ku helwesta Yunanîstanê ya piştî erdhejên li navenda Mereşê "derfet û hawirdoreke nû ava kir" û got, " Li herdu welatan dê hilbijartin bên kirin. Ev yek dê ji bo herdu welatan asoyeke nû veke."

Em ê endamtiya Swêd û Finlandiyayê qebûl bikin

Unal Çevîkoz da zanîn ku ew ê Tifaqa Milet, ji bo endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê astengiyan dernexe û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Heger hûn pirsgirêkên xwe yên dualî veguhêzin nav rêxistineke wekî NATOyê ku piralî ye, ew ê di navbera welatê we û hemû welatên endamên NATOyê de sarbûnek çêbibe. Ez wisa difikirim ku endamtiya Swêd û Finlandiyayê, dê ewlehiya NATOyê ku rêxistineke kolektif a berevaniyê ye, bihêztir bike.”