KE: Demîrtas û Kavala serbest berdin

19 June 2024 13:39 0 dîtin
KE: Demîrtas û Kavala serbest berdin

PeyamaKurd - Lijneyên yasadanîn û rêveber ên Konseya Ewropayê (KE) bang li Tirkiyeyê kirin ku Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) girtî ne, bên serbestberdan.

Raportorê Tirkiye yê Encunema Parlamenteran a Konseya Ewropayê (EPKE) Stefan Schennach di hevdîtinên xwe yên 11 û 14ê Pûşperê yên li Enqere û Stenbolê de hişyariya xwe ya ji bo Tirkiyeyê dubare kir û got: “Divê biryarên DMMEyê û bi taybetî jî yên di derbarê Demîrtaş û Kavala de bêne bi cihanîn.

EPKEyê jî di hevdîtinên xwe yên hefteya borî de diyar kiribû ku divê Demîrtaş û Kavala serbest bêne berdan.

Bi Demirtaş û Kavala re hevdîtin

Raportorê Tirkiyeyê yê EPKEyê siyasetmedarê Awûstûryayî Stefan Schennach, hefteya borî li ser pêkanîna biryarên DMMEyê û domandina diyaloga bilind a bi KEyê re, bi rayedarên Tirk re hevdîtin kiribû.

Schennah di derbarê hevdîtinên xwe yên 18ê Pûşperê de daxuyanî da û diyar kir ku wî fersend dîtiye ku di girtîgehê de bi Kavala û Demîrtaş re hevdîtin pêk bîne.

Raportorê Awûstûryayî ragihand ku ew bi rayedarên Wezareta Derve û Wezareta Dadê û endamên Dadgeha Destûrê yên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîne.