Yekîtiya Awrûpa xwest ku rojnamevanên li Yemenê girtîne serbest berdin
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê di şerê Yemenê de rojnamevanên ku ji terefê her dû aliyan de hatine girtin, xwest ku wan serbest berdin. Delegasyona NY ya Yemenê li ser ku Hûsiyan 5 sal berê 2 rojnamevanan girtibû û wan serbest berdan, di ser hesabê xwe yê Twitterê de got ku pêwiste ji azadiya çapemeniyê re rêz bê girtin û ‘zîndan ne ji bo rojnamevana ye.’ YA yê weha got:
“Yekîtiya Awrûpayê serbest berdana du rojnamevanan yên bi navên Muhammed es-Salahi û Muhammed el-Cuneyd ya li Sanayê bi dilxweşî pêşwazî dike û banga serbest berdana temamê rojnamevanan dike.
Hûsiyan di 1 ê Temmîzê de 2 rojnamevanên ku di destê wan de girtîbûn serbest berdabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin