Polonya xwest ku Yekîtiya Awrûpa ber li berhemên çandinî yên Rûs û Belarûsê bigre

04 March 2024 21:15 0 dîtin
Polonya xwest ku Yekîtiya Awrûpa ber li berhemên çandinî yên Rûs û Belarûsê bigre
PeyamaKurd – Cotyarên seranserê Awrûpayê li temamê welatên Awrûpayê siyaseta dewletan ya li hemberê cotyaran bi deh roja ye protesto dikin. Polonya jî yek ji wan dewletaye. Serokkomarê Polonyayê Donald Tusk îro di daxwuyaniya xwe de got:

“Ez dixwazim hun bizanibin ez ê ji serokê parlementoyê re pêşniyar bikim ku Komîsyona Awrûpayê ber li berhemên çandiniyê yên Rûsya û Belarûsisê bigre.”
Serokwezîrê Polonyayê ragihandina xwe di seredana xwe ya Lîtvanyayê de kir û got ku Polonya dixebite da pêdiviyên cotyaran temîn bike.

Dewletên Awrûpayê li ser mesela Ûkraynayê dev ji baca berhemên çandiniyê yên Ûkraynayê berdabû û ji ber berhemên ji Ûkraynayê diçûn Polonyayê, ji yên Polonyayê erzantir bûn, malên cotyaran di destê wan de dima û niha jî nikarin bifroşin.