Polonya, Litvanya, Letonya û Estonya ji YEyê avakirina xetta parastinê xwestin
PeyamaKurd – Lîderên dewletên Polonya, Litvanya, Letonya û Estonyayê nameyekî ji bo seroka komisyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen û ji bo serokê konseya YEyê Charles Michel re şandin. Di namê de xwestin ku sînorê YEyê ji aliyê leşkerî û sîvîl de bi armanca parastinê, xeta parastinê bê avakirin.
Dirêjahiya xettê ya navbera wan û Rûsya-Belarusê 700 km ye. Ragihandin ji aliyê ajansa Polonyayê PAPê de hat kirin. Di bin namê de îmza serokkomarê Lîtvanya ya Gitanas Nauseda, serokwezîrê Polonyayê ya Tusk, serokwezîrê Estonyayê ya Kaja Kallas û serokwezîra Letonyayê ya Evika Silina hene.
Hinek rêvebirên YEyê rave kirin ku maliyeta projê li dora 2,67 milyar dolariye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin