CIA: Dibe ku Pûtîn bixwaze tolê hilîne

22 July 2023 10:20 0 dîtin
CIA: Dibe ku Pûtîn bixwaze tolê hilîne

PeyamaKurd Rêveberê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns pêşniyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn "dibe ku bixwaze tola damezrînerê Wagner Yevgeny Prigojin hilîne".

Burns eşkere kir, serhildana ku şîrketa ewlekariya taybet a Rûsî Wagner li dijî rêveberiya Rûsyayê di meha Hezîranê de da destpêkirin, "qelsiyên girîng ên pergala desthilatdariyê ya ku Pûtîn ava kiriye eşkere dike."

Wî herwiha da zanîn, ew hîn jî difikire dibe ku Pûtîn bixwaze tola Prigojin hilîne û Pûtîn hewl dide dem qezenç bike dema ku difikire ka meriv çawa bi damezrînerê Wagner re mijûl bibe.

Burns destnîşan kir, di navbera Pûtîn û Prigojin de "reqseke pir tevlihev" heye, Burns got, "Pûtîn kesek e ku difikire tolhildan xwarina herî baş a sar e. Ji ber vê yekê ez ê matmayî bimînim ku Prigojin ji cezayên zêdetir rizgar bibe."