Cîgirê Serokê Gistî yê Huda-Parê Mehmet Yavuz canê xwe ji dest da

09 August 2019 10:59 0 dîtin
Cîgirê Serokê Gistî yê Huda-Parê Mehmet Yavuz canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Giştî yê Huda-Parê Mehmet Yavuz duh bi şev li Amedê ji ber kanserê canê xwe ji dest da.

Cîgirê Serokê Giştî yê Doza Azad (Huda-Par) Mehmet Yavuz duh bi şev saet li dora 01.0ê li Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê (DU) ya Amedê ku dihat dermankirin, ji ber kanserê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Yavuz ji aliyê nas û xizmên wî û alîgirên partiya wî ve bo Kolika Semsûrê hat hinartin û dê li Kolikê were veşartin.

Mehmet Yavuz zewicî û bavê 4 zarokan bû.