Serok Barzanî, Serokê Gistî yê HUDA PARê qebûl kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiçioglû kir.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR), ligel Serok Barzanî civiya û hat diyarkirin ku di civînê de li ser rewşa siyasî û hilbijartinên ku dê li bakur û Tirkiyeyê bên kirin de guftûgo hatine kirin.
Ji aliyê HUDA PARê ve jî li ser hevdîtinê daxuyanî hat parvekirin û hat gotin ku “Di hevdîtina ku di derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye û Iraqê de nêrîn hatin parvekirin de li ser pêşvebirina têkiliyên navbera HUDA PAR û PDKê nirxandin hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin