Serok Barzanî, ligel Serokê Gistî yê HUDA PARê axivî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, îro Serok Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, bi pêwendiyeke telefonî axivîne.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, di pêwendiya telefonî ya Serok Barzanî û Zekeriya Yapicioglu de di derbarê tevlîbûna HUDA PARê ya Tifaqa Cumhurê û di lîsteyên AK Partiyê de tevlîbûna wan a lîsteyên parlamenteriyê de guftûgo hatine kirin.
Li ser mijarê, ji aliyê HUDA PARê ve li ser hesabê medyaya civakî peyamek hat parvekirin û hat gotin ku
“Serokê Giştî yê partiya me Birêz Zekeriya Yapicioglu, ligel Serokê Giştî yê KDPê Birêz Mesûd Barzanî, pêwendiyeke telefonî danîn.”
Ji bilî vê agahiyê, di derbarê axaftina ku hatiye kirin de wekî din tu hûrgilî nehatin parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin