Cîgirê Serokomarê Tirkiyê: Tirkiye ne enbarê penaberan e
PeyamaKurd - Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay radighîne, daxuyaniya Erdogan derbarê vekirina rêya Ewropa li pêşiya penaberan ne gef e, lê rastiyek e.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay di civîneke rojnamevaniyê de li Italya ragihand, Tirkiye ne zêrevanê tu welatekî ye û ne jî, cihê 'enbarkirina penaberan e, û baca krîzên ku welatên din dirustkirî nade.
Oktay teqez kir, ku daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan a derbarê vekirina rêya penaberiyê li pêşiya penaberên, ku li Tirkiyê dimîn in, ne gef e, lê rastiyek e.
Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, ger welatên Ewropayê alîkariya Enqerê, di derbarê penaberan de û bi taybetî penaberên Sûriyê de neke, dê rê li pêşiya çûna wan penaberan ji bo Ewropa veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin