Çîn derziya koronayê ji meha Tîrmehê ve bi kar tîne

24 August 2020 14:47 0 dîtin
Çîn derziya koronayê ji meha Tîrmehê ve bi kar tîne

PeyamaKurd – Li welatê Çînê ku vîrusa koronayê ji bajarê Wuhanê belavî hemû cîhanê bûye, ji meha Tîrmehê ve derziya koronayê tê bikaranîn û li kesên koma xeter de ne tê xistin.

Rayedarekî pilebilind ê Çînê ku Serokê Komîsyona Netewî ya Tenduristiyê ye Zheng Zhongei ji televizyona dewletê CCTV re ragihand ku ji meha Tîrmeha 2020an ve derziya (vaksîn) koronayê li Çînê tê bikaranîn û li karmendên tenduristiyê, karmendên gumrikê û koma kesên xeter tê xistin.

Li demeke ku hîn ti derziyeke namzeda pêşîgirtina vîrusa koronayê ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve nehatiye pesendkirin, Zhongei 22yê Tebaxê ji CCTV re daxuyanî daye û gotiye, hikûmetê destûr daye û ji meha Tîrmehê ve derzîya koronayê li karmendên dewletê yên di karên xeter de ne, tê xistin.