"Mûçeyê meha Tîrmehê wê di rojên pês de bê sandin"
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku pirsgirêka mûçeyê meha Tîrmehê hatiye çareserkirin û di nava çend rojên bê de wê were şandin û hewl didin di zûtirîn dem de pirsgirêka mûçeyê meha Tebaxê çareser bikin.
Fuad Huseyîn di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got, "Me hevdîtineke gelek erênî pêk anî. Di civînê de li ser budçe û mûçe û pirsgirêk û çareseriyan hatin axaftin."
Wezîrê Derve yê Iraqê got, biryar hat dayîn ku hemû parlamenterên Kurd bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê kar bikin û wezîrên Kurd jî rola xwe di çareserkirina pirsgirêkan de bilîzin.
Huseyîn diyar kir ku pirsgirêka mûçeya meha Tîrmehê hatiye çareserkirin û wê di rojên pêş de bê şandin û got, "Ji bo pirsgirêka meaşê meha Tebaxê bê çareserkirin û di demeke nêz de bişînin em dixebitin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin