Iraq: Derziya Pfizer a koronayê serê meha Sibatê tê…
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihand ku wan li ser kirîna derziya Covid-19 a Pfizer/Biantechê li pev kiriye û di nav du hefteyan de peymana kirînê tê îmzekirin.
Rayedarê Wezareta Tenduristiya Iraqê Riyaz Abdulemîr ragihandiye ku di nav du hefteyên bê de, peymana kirîna derziya Pfizer/Biontechê tê îmzekirin û serê meha Sibatê jî derziya koronayê digihe Iraqê.
Herwiha Abdulemîr da zanîn ku wê derziya koronayê pêşî li ser karmendên tenduristiyê û pizîşkan bê bikaranîn.
Wezareta Tenduristiya Iraqê beriya niha ragihandibû ku derziya koronayê dema bigihe Iraqê, wê li Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê bi giştî bê dabeşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin