Çîn, li hemberê hemleya DYAyê ya dawiyê, bi tundî rawestiya
PeyamaKurd – Wezareta Bazirganiyê ya Çînê bertekê nîşanî doza ku DYAyê li hemberê Çînê vekiribû ya di derbarê deryavaniyê û sektora çêkirina keştiyan de. Wezaret got ku doz nîşana terefgirtina yekalî û parastinêye û DYA îhlala qaîdeyên bazirganiyê yên navdewletî kiriye. Çînê, her weha ragihand ku wê dozê bişopîne.
DYA, ji bo Çînê di sektora deryavanî, lojîstîk û çêkirina keştiyan de lêpirsînê dabû destpêkirin. Çîn li hemberê vê yekê dertê.
Berdevkê wezareta bazirganiya Çînê ragihand ku lêpirsîn ji bo ber li pêşdeçûna Çînê bigre, DYA lêpirsînê li dijî Çînê daye destpêkirin, sîstema bazirganiya Çînê perçe dike, qaîdên bazirganiya navdewletî îhlal dike û givaşa nerewa daniye ser şîrketa Çînî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin