Çîn û Yekîtiya Ewropa li ser peymana bazirganiyê gihîstin rêkeftinê

31 December 2020 10:30 0 dîtin
Çîn û Yekîtiya Ewropa li ser peymana bazirganiyê gihîstin rêkeftinê

PeyamaKurd Piştî danûstandinên heft salan, Çîn û Yekîtiya Ewropa(YE) li ser peymana bazirganiyê gihîştin rêkeftinê.

Li gor daxuyaniya Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen û agahiyên ji kanala dewletê ya Çînê hat ragihandin, danûstandin bi dawî bûne.

Bi rêya vîdeokonferansê, Von der Leyen, Serokê Konseya YEyê Charles Michel û Serokê Çînê Xi Jinping axifîn. Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmaneul Macron jî beşdarî hevdîtina onlayn bûn.

Bi lihevkirina YE û Çînê, cara pêşî ye her du alî peywendiyên xwe yên bazirganiyê ewqasî berfireh dikin. Çaverê ye ku bi peymanê re kompaniyên Ewropî, bi awayekî hêsan derbasî nav bazarên Çînê bibin.

Wezîrê Aborî yê Almanya Peter Altmaier ser lihevkirinê razîbûna xwe ragihand. Altmaier da zanîn, lihevkirina her du aliyan ‘’serketineke mezin’’ e û da zanîn, ew yekbûn û bihevrebûna Ewropa nîşan dide. Wî diyar kir, bi lihevkirinê re, kompaniyên Ewropî dê pirtir derbasî nav bazarên Çînê bibin.