Yekîtiya Ewropa dixwaze peymana nukleerî bidome

08 May 2018 00:01 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa dixwaze peymana nukleerî bidome

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê piştevaniya peymana nukleerî ya Îranê û Koma 5+1ê kir.

Wezîrên Karên Derve yên Almanya û Fransayê pêgirî li ser pabendiua YEyê û welatên xwe li peymana navokî(atomî) ya Îranê û Koma 5+1ê û guhnedana ser her cure biryareke Amerîkayê kirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li civîna çapemenîyê ya hevpar digel hemtayê xwe yê Almanî li Berlînê got ku welatê wî digel Ingîltere û Almanya, rêketinama navokî bêyî guhdayîna ser biryara ihtimalî ya Amerîkayê ji bo derketina ji wê, diparêzin.

Hayko Mas Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê jî got: “Welatên Ewropî dilgiranê wê yekê ne ku her şikestek di peymana navokî de bibe sedema gurbûna tevliheviyê û Berlînê ji şirîkên xwe yên li Washingtonê re gotiye ku pabendê vê peymanê ye."

Fransa, Almanya û Ingîltere hewl didin bo qanihkirina Amerîkayê ku li ser peymana navokî bimîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar heke peymana navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê de li gorî dilê wî neyê guhertinê, welatê wî dê di 8ê Gulanê de ji vê peymanê vekişe.