Cîroya Pfizer û BioNTech ê dê bo sala 2021 ê bigihê 33,5 mîlyar dolarî
PeyamaKurd – Şîrketa Alman BioNTech û ya Amerîkayê Pfizer, texmîna xwe ya ciroya sala 2021 ê weka 26 mîlyar dolarî texmîn kiribûn lê niha wê cîroyê derxistin 33,5 mîlyar dolarî. Sedema wê jî nîşan dan ku di nav salê peymaneka bi 2,1 mîlyar dolarê din jî kirine û eger ev peyman were cîh dê ciroya wan % 29 zêdetir bibe.
Şîrketa Johnson&Johnson di hefteya borî de bo sala 2021 ê ciroya xwe 2,5 mîlyar dolar nîşan dabû. Şîrketa Moderna texmîna xwe ya bo sala 2021 ê 19,2 mîlyar dolar kiribû.
Pfizer di beyana xwe de gotibû ji serê salê heya îro 1 mîlyar doz amade kiribû û hedefa amadekirina aşiyê an ku ya hilberînê bo temamê salê 3 mîlyar doz ragihand. Hem bo versiyona Deltayê, bo berlê bigre, cûreyeka dinê ya vaccine hilberandine û di meha tebaxê de dê testa wê bikin.
Pfizer û BioNTech mesrefa xwe û hem kara xwe bi hevre nîve nîv parve dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin