Civata NYê, li ser daxwaza herdu welatan civiya
PeyamaKurd- Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, li ser daxwazên cuda yên Ukrayna û Rusyayê, bi lezgînî civiya.
Li gorî hat ragihandin, di civîna navborî de di rojeva Ukraynayê de sîloyên genim, bender, binesaziya sivîl û avahiya dîrokî ya welatê ku di bin parastina UNESCOyê de ye, bi êrîşên ku piştî vekişîna Rusyayê ya ji peymana genimî ya ji aliyê Rusyayê ve hatin destpêkirin bû.
Her wiha hat zanîn ku Ukrayna jî êrîşa li ser Katedrala dîrokî ya li Odessayê ku yekşema borî hatibû kirin û zerar dabû, radestî meclîsê kir.
Rusyayê jî bi hinceta zextên rêveberiya Kievê li ser oldarên Rusî yên li Ukraynayê û tevlîbûna Dêra Ortodoks a Ukraynayê ya di nav zext û zordariyê de ye, wekî mijareke din a rojeva destnîşan kir û pêşkêşî civatê kir.
Li gorî hat diyarkirin, di rûniştina ewil a meclîsê de ku bi rojevên cuda yên herdu welatan li hev civiya, îdiayên zextên rêveberiya Kievê yên li hember oldarên Rusyayê hatin nirxandin. Daxwaza Rusyayê ya ku rahîbek Ortodoks di meclîsê de biaxive bi 12 dengên na, 3 dengên erê hat redkirin.
Di civînê de nûnerê Rusyayê, di beşa yekem a rûniştinê de 4 caran mafê axaftinê girt, lê di beşa duyemîn a rûniştina ku mijarên ji aliyê Ukraynayê ve hatin nîqaşkirin de qet mafê axaftinê girt.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Siyasî û Aştiyê Khaled Khiari got, "Ev êrîşên vê dawiyê, ji aliyê Rusyayê ve zivirîneke karesatbar ji bo Ukrayniyan û cîhanê nîşan dide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin