Civata Wezîran îro bi mijara rewsa Rojavaya Kurdistanê û Îraqê dicive

30 October 2019 12:48 0 dîtin
Civata Wezîran îro bi mijara rewsa Rojavaya Kurdistanê û Îraqê dicive

PeyamaKurd - Çavkanîyeke haydar ji Civata Wezîran ragihand, biryar e îro Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî kom bibe û li gel zêdebûna xwenîşandana li Îraqê, gengeşeya rewşa başûr û naverasta Îraqê bike.

 Her di vê kombûnê de Civata wezîran pêşhatên dawî û rewşa koçberên ku hatine Rojavaya Kurdistanê û çawaniya vehewandina win dike.

Li gel destpêkirina êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Tirkiyê pêleke koçberan ber bi herêma Kurdistanê ve dabû destpêkirin û berpirsên Herêma Kurdistanê jî ji civaka navdewletî bo daxaza kêmkirina bargiraniyê li ser hikumeta Herêma Kurdistanê dikin.