Civata Wezîran, li ser herdu mijaran dicive

25 October 2023 14:00 0 dîtin
Civata Wezîran, li ser herdu mijaran dicive

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku îro dê Civata Wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Barzanî bicive.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Civata Wezîran dê bi Serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Hat diyarkirin ku di civîna îro de dê li ser encamên serdana şanda wezareta darayî ya ji bo Bexdayê û li ser mijara mêvandariya dîwana çavdêriya herêmê ji dîwana çavdêriya Bexdayê dan û stendin bên kirin.

Her wiha hat zanîn ku dê di civînê de li ser rewşa giştî û herêmî jî nirxandin werin kirin.