Encumena Wezîran, îro li ser çend mijaran dicive
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, tê çaverêkirin ku îro Encûmena Wezîran dê li ser çend mijarên cuda yên wekî budce, benzîn û elektrîkê bicive.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Encumena Wezîran îro bi serpereştiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî dicive.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê, mijarên sereke yên civînê cîbicîkirina yasaya budceya sala 2023 û 2025an a Iraqê, dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û dan û stendinên Hewlêr û Bexdayê ye.
Hat zanîn ku di civînê de rewşa elektrîk û benzînê ya Herêma Kurdistanê jî were nirxandin.
Her wiha hat diyarkirin ku di civînê de pergala peredana serhêl û dayîna mûçeyan bi rêya hesabê bankê dê were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin