Civata Wezîran, li ser çend mijaran dicive
PeyamaKurd- Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Civata Wezîran dicive.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Civata Wezîran dê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, li ser çend mijarên darayî û yasayî bicive.
Hat destnîşankirin ku mijara yekem a civînê dê pêşkêşkirina pêşhatên dawî yên di derbarê pesendkirina yasaya bûdceya Iraqê û encamên wê li ser Herêma Kurdistanê be.
Mijara duyem dê reşnivîsên wan projeyasa û peyrewên ku heta niha dengdana dawî li ser nehatine kirin be.
Mijara sêyem dê taybet bi babeta çalakkirina Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140 li Encûmena Wezîrên Iraqê.
Mijara çarem jî dê babeta nexweşiya taya xwînberbûnê û tedbîrên xweparêziyê ji aliyê herdu Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê û Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin