Civata Wezîran, li ser biryarên darayî dicive
PeyamaKurd- Ji aliyê Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku Civata Wezîran îro li ser danîna mekanîzmayên pêwîst a ji bo cîbicîkirina biryara rêkxistina darayî, dicive.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat diyarkirin ku civîn dê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bê rêvebirin.
Li ser mijarên ku dê di civînê de bên gotûbêjkirin, hat gotin ku mijara yekem a civînê, bi taybetî dê li ser pêşkêşkirina pêşhatên dawî yên projeyasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2023 û 2025an be.
Mijara duyemîn li ser encamên civîna roja 22yê Gulana 2023yan a taybet bi danîna mekanîzmayên pêwîst ji bo cîbicîkirina biryara civîna berê ya Civata Wezîran a li ser rêkxistina darayî ya giştî be.
Mijara sêyem jî dê ji bo pêşkêşkirina projeyasaya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin