Civata wezîran îro dicive û çend pirsekan gotûbêj dike

09 October 2019 11:28 0 dîtin
Civata wezîran îro dicive û çend pirsekan gotûbêj dike

PeyamaKurd - Îro Civata wezîran derbarê rewşa siyasî ya Îraq, Suriye û amadekariyên Kurdistanê bo egerên pêşhatan kom dibe.

Çavkanîyeke ji civata wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand: îro, civata wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kom dibe.

Li gor zanyarên berdest, mijarên kombûnê ev in: Gotûbêjkirin derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kûrdistanê, Suriye û helwesta Herêma Kurdistanê û amdekariyên aliyên peywendîdarên herêmê bo her eger û pêşhatekê ku ji encama guhertinên deverê çêbibe, nemaze jî hatina awareyan.

Her weha çend mijarên peywendîdar bi wezareta kar û karûbarên civakî, wek danana mekanîzmeyeke pêwîst bo dabînkirina destebera karkeran û danana desteberiya karkeran û danana pereya pişikdariyên karkeran.