Civîna wezîrên darayî ya G20 ê destpêkir

10 July 2021 00:03 0 dîtin
Civîna wezîrên darayî ya G20 ê destpêkir

PeyamaKurd - Civîna wezîrên darayî ya G20 ê û serokên bankayên navendî li Îtalyayê li bajarê Venedîkê destpêkir. Îtalya di civînê de xwediyê malê ye. Di roja yekem ya civînê de navê amadekariya bo pandemiyê ‘Peymanekî navdewletî ya bo dewra pandemiyê’ danîn û bo têkoşîna li hemberê pandemiyê, bo fînansekirina xebatê, raporekî bi navê ‘Rapora Panelê ya G20 ê ya serbixwe ya di asta bilind de’ bo raya giştî hat ragihandin.

Di raporê de hat gotin ku divê berya pandemî biqede, divê xebat bên bipêşxistin. Hat daxwaz kirin bo berlêgirtina Kovid-19 ê, mesrefê û temamkirina kêmasiyan, divê miqdarê pere di nav 5 salan de ji 15 mîlyar dolarî derxin 75 mîlyar dolarî. Di raporê de hat destnîşandikin ku tehdîda pandemiyê dê di dahatûyê de jî hebe û weha dewam dike:

“Çavdêriya nexweşînên ku ji mirovan digihê mirovan, zexmatiya sîstema tenduristiyê ya netewî, bo pêşdebirina kapasîta deqandinê û alavên tenduristiyê û rêvebiriya kureyî an navdewletî, weka 4 xalan li serê hat rawestandin.”

Di beşên civînên sibê de sempozyûma bacê ya di asta bilind de ya G20 ê û konferansên forûma fêdeyê ya salê hat kirin.

Civîn dê sibê jî dewam bike û di peyde encamname dê bê ragihandin.