Ciwan Haco bang li hunermendên cîhanî kir ku bibin dengê Rojava

21 October 2019 09:50 0 dîtin
Ciwan Haco bang li hunermendên cîhanî kir ku bibin dengê Rojava

PeyamaKurd - Hunermendê kurd Ciwan Haco ji bo êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava, li ser medyaya civakî bang li kom û hunermendên cîhanê kir û wiha got: “Ez rica dikim ku hûn li hemberî êrîşên qirkirinê û wehşeta ku dewleta tirk li ser gelê min dike, dengê xwe derxînin.”

Hunermendê kurd Ciwan Haco derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker û çekdarên îslamî yên girêdayî wê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û bang li hunermendên cîhanê kir.

Peyama Ciwan Haco ya li ser medyaya civakî wiha ye:

“Hevalên hêja,

Ez îro ne tenê weke hunermend û mûzîkvanekî, di heman demê de weke mirovekî xwe digihînim we. Îro gelê min ê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji hêla dewleta tirk û cîhadîstên El-Qaîdeyê ve tên qirkirin û bi paqijiyeke etnîkî re rû bi rû ne. Ev şer ne tercîha me bû. Di pêvajoya ‘xîlafetê’ ya DAIŞê de bi dehhezaran mirovên me canê xwe feda kir. Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de me herêma xwe ya bakurê Sûriyeyê mîsoger kir. Me ji bo xiristiyan, êzidî, misilman, kurd, suryan û ereban herêmeke ewle ava kir. Ev pêkvejiyana me ya aram, di 9ê cotmehê de li ser dagirkeriya dewleta tirk û cîhadîstên girêdayî wê yên bi pereyan şer dikin bi hovane bi dawî bû. Ji wê rojê ve bi sedan sivîlên bêguneh hatin kuştin û zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn.Di hefteya bihûrî de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) diyar kir ku dewleta tirk sûcên şer dike. Donald Trump ê ku destûra vê dagirkeriyê da, ev şer şiband şerê zarokan di nava qûmê de dilîzin. Di vê êrîşa barbarî ya li dijî gelê me de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Dewleta tirk hema hema nîvsedsaleke ku li ser gelê min qirkirinê dike. Îro jî hewl didin li welatê me paqijiya etnîkî bike. Bi vê êrîşa xwe re DAIŞ ji nû ve zindî kirin. Gelê min li dijî vê rêxistina terorê bi lehengî şer kir û ew têk birin.

Hevalên hêja, ricaya min ji we heye ku hûn li hemberî vê wehşeta ku dewleta tirk li ser gelê min dike, dengê xwe derxînin. Em dikarin bi hev re jiyana milyonan mirovan rizgar bikin. Destûrê nedin vê komkujiyê! #SaveRojava

Çend hunermendên ku Ciwan Haco bang li wan kiriye wiha ne; Erîc Clapton, Roger Waters, Metallîca, Ozzy Osbourne, Korn, Stîng, Mîck Jagger, Slash, Led Zeppelîn, Iron Maîden, Dave Mustaîne, Santana Carlos, Red Hot Chîlî Peppers, Rîhanna, Bruno Mars, Pînk, Katy Perry, Scorpîons, Stevîe Wonder, Nîck Cave, Radîohead, Marîlyn Manson û Bob Dylan.