COVID-19 | Hejmarên pêketin û mirinên 24 saetên dawî hatin ragihandin

06 December 2020 18:09 0 dîtin
COVID-19 | Hejmarên pêketin û mirinên 24 saetên dawî hatin ragihandin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Yekşemê ya derbarê amarên rewşa vîrusa koronayê (Covid-19) de ragihand ku 377 kesên din pê ketine û 10 nexweşên Covid-19 jî mirine.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di 24 saetên borî de 377 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 65 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê û 20 kes li Germiyanê ne.

Herwiha 10 nexweşan jî wefat kiriye ku ew jî 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê.

Wezaretê diyar kiriye ku di nav 24 saetan de 326 kes ji nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 98486 kesan, ya mirinan bû 3222 kes û heta niha 62288 kes jî baş bûne.