Kurdistan | Hejmarên dawî yên pêketin û mirinên Covid-19 hatin eskerekirin

29 April 2021 17:38 0 dîtin
Kurdistan | Hejmarên dawî yên pêketin û mirinên Covid-19 hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 868 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya îro 29ê Nîsanê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin; di 24 demjimêrên borî de 868 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 193 kes li Hewlêrê, 279 kes li Silêmaniyê, 321 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 57 kes li Germiyanê û 6 kes jî li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşekerekirin ku 907 kes jî baş bûne ku ew jî 93 kes li Hewlêrê, 315 kes li Silêmaniyê, 432 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 54 kes li Germiyanê û 8 kes jî li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 150 hezar û 8 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 16 kes û heta niha 126 hezar û 508 nexweş jî baş bûne.