COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 2 wefat û 38 pêketî hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro roja Yekşemê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 38 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 38 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 106 hezar û 457 kesan.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêrên borî de 2 nexweşên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara mirinên ji Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîştiye 3 hezar û 487 kesan.
Li gorî amarên dawî heta niha 101 hezar û 587 pêketiyên vîrusa koronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin