COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistanê 152 pêketî û 3 wefat hatin tomarkirin

02 April 2021 16:06 0 dîtin
COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistanê 152 pêketî û 3 wefat hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên dawî de 152 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jî wefat kir.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 3 nexweşên vîrusa koronayê li Hesekê can dane û 152 kes jî; 54 kes li Qamişlo, 36 kes li Hesekê, 31 kes li Dêrikê, 5 kes li Dêrbasiyê, 16 kes li Reqayê, 7 kes li Amûdê û li her bajarên Tebqa, Rimêlan û Kampa Holê jî kesek bi Covid-19 ketiye.

Desteya Tenduristiyê eşkere kir ku 8 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi koronayê ketine gihîşt 10,331 kesan, ya mirinan bû 385 kes û heta niha 1,326 kes jî baş bûne.