COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistan 279 pêketî û 4 wefatên nû

06 April 2021 15:52 0 dîtin
COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistan 279 pêketî û 4 wefatên nû

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 279 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî can daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniya îro 6ê Nîsanê de ragihand; 279 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 34 kes li Hesekê, 87 kes li Qamişlo, 27 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Leqê, 13 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Kobanî, 17 kes li Reqayê, 2 kes li Minbicê, 57 li Dêrazorê û 37 li Tebqayê ne.

Herwiha 4 kesan jî ji ber koronayê can daye û 6 kes jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê yên hatine tomarkirin gihîşt 11092 kesan, ya mirinan bû 400 kes û heta niha 1340 kes jî baş bûne.

Hêjayî gotinê ye, ji ber zêdebûna pêketin û mirinên koronayê îro 6ê Nîsanê li Rojavayê Kurdistanê ji bo hefteyekê qedexeya çûnûhatinê ya nav bajaran hat ragihandin.