COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistanê 55 pêketî û mirinek hat tomarkirin

14 March 2021 21:21 0 dîtin
COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistanê 55 pêketî û mirinek hat tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku di nav 24 saetên borî de li herêmên jêr kontrola wan 55 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û kesekî jî can daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 55 kesên bi koronayê ketine  33 mêr in û 22 jî jin in û li van herêman in: Hesekê; 17, Qamişlo; 13, Dêrik; 3, Tebqa; 17, Reqa; 4, Minbic; 1

Herwiha hat diyarkirin ku kesê ji koronayê can daye jî mêr e û li Reqayê bûye.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 8 hezar û 828 kesan, ya mirinan bû 338 kes û heta niha hezar û 254 kes jî baş bûne.