COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistanê 27 pêketî û 3 wefat hatin tomarkirin

15 March 2021 21:22 0 dîtin
COVID-19 | Li Rojavayê Kurdistanê 27 pêketî û 3 wefat hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de ragihand ku 27 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 kesan jî can daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa li herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser 27 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 kesan jî can daye ku her sê jî jin in û ji bajarê Kobanê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 5 nexweşên koronayê jî di nav 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser hejmara pêketiyên Covid-19 gihîşt 8 hezar û 855 kesan, ya mirinan bû 341 kes û heta niha hezar û 259 kes jî baş bûne.