Kurdistan | 366 pêketî û 3 wefatên Covid-19 hatin tomarkirin

12 March 2021 17:12 0 dîtin
Kurdistan | 366 pêketî û 3 wefatên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 366 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya îro Înê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin ku di 24 demjimêrên borî de 366 kesên bi vîrûsa koronayê ketine ku 170 kes li Hewlêrê, 88 kes li Silêmaniyê, 93 kes li Duhokê, 13 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Wezaretê da xuyakirin ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan wefat kiriye ku ew jî kesek li Hewlêrê û kesê din jî li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 152 nexweşên koronayê jî baş bûne û ew jî 51 kes li Hewlêrê, 38 kes li Silêmaniyê, 67 kes li Duhokê ne.

Bi van hejmarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 112243 kesan, ya mirinan bû 3553 kes û heta niha 105189 nexweş jî baş bûne.