Kurdistan | Amarên 24 saetên dawî yên Covid-19 hatin eskerekirin: 1129 pêketî, 11 wefat
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 1129 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; di 24 saetên borî de 1129 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 302 kes li Hewlêrê, 423 kes li Silêmaniyê, 333 kes li Duhokê, 23 kes li Helebce û 48 kes li Germiyanê ne.
Hat diyarkirin ku di nav 24 saetên dawî de 11 kesan jî can daye ku 6 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyan ye.
Wezaretê eşkere kir ku 360 kes jî baş bûne û hejmara nexweşên baş bûne gihîştiye 113959 kesan.
Herwiha bi van amarên dawî re hejmara pêketinan jî gihîşt 132270 kesan û heta niha 3786 kesan jî ji koronayê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin