Kurdistan | Amarên 24 saetên dawî yên Covid-19 hatin eskere kirin

26 May 2021 17:00 0 dîtin
Kurdistan | Amarên 24 saetên dawî yên Covid-19 hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 saetên borî de, 655 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 10 kes jî pê mirin.

Herwiha hat diyarkirin ku 855 nexweşên koronayê jî di 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 167357 kesan, ya mirinan bû 4248 kes û heta niha 152356 nexweş jî baş bûne.