Kurdistan | Rewsa 24 saetên dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

23 June 2021 20:01 0 dîtin
Kurdistan | Rewsa 24 saetên dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd -  Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 533 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya îro Çarşemê de hat eşkere kirin, ji 533 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; 110 kes li Hewlêrê, 162 kes li Silêmaniyê, 223 kes li Duhokê, 37 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha 11 kesên can dane jî 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 2 kes li Germiyanê ne û bi giştî di 24 saetên dawî de 507 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 181668 kesan, ya mirinan bû 4433 kes û heta niha 170 hezar û 97 kes jî baş bûne.