Kurdistan | 777 pêketî û 7 mirinên Covid-19 hatin tomarkirin

05 May 2021 18:39 0 dîtin
Kurdistan | 777 pêketî û 7 mirinên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 777 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 5ê Gulanê de eşkere kir, 777 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine ku 195 kes li Hewlêrê, 255 kes li Silêmaniyê, 283 kes li Duhokê, 39 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 7 kes ji ber vîrusa koronaya mirine û 997 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 154359 kesan, ya mirinan bû 4075 û heta niha 132241 nexweş jî baş bûne.