Kurdistan | 860 pêketî û 7 mirinên din ên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 860 kesên din bi koronayê ketin û 7 kesan jî can da.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji 860 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine; 230 kes li Hewlêrê, 193 kes li Silêmaniyê, 403 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 28 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê eşkere kir ku 7 kesan jî can daye ku 5 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê ye û başbûna 399 nexweşên din ragihand.
Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 121 hezar û 179 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 660 kes û heta niha 109 hezar û 234 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin