COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 106 pêketî û 3 mirinên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de, 106 kesên din bi koronayê ketine û 3 kesan jî wefat kiriye.
Di daxuyaniya îro 14ê Sibatê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin, 106 kesên bi vîrusa koronayê ketine li Silêmaniyê 46, li Hewlêrê 40, li Duhokê 16 û li Germiyanê jî 4 kes in.
Hat diyarkirin ku 3 kesan jî can daye ku 2 ji wan li Silêmaniyê û kesek jî li Duhokê ye.
Herwiha 101 nexweşên koronayê jî di 24 demjimêrên borî de baş bûne ku ew jî 41 kes li Hewlêrê, 38 li Silêmaniyê, 16 li Duhokê û 6 kes jî li Germiyanê ne.
Li gorî daxuyaniyê hejmara nexweşên li nexweşxaneyan jî 1 hezar û 142 kes in.
Bi van amarên dawî re heta niha li Herêma Kurdistanê 106 hezar û 976 kes bi vîrusa Covid-19 ketine, 102 hezar û 335 kes kes baş bûne û 3 hezar û 499 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin